YNK: Em rê nadin rewş aloztir bibe
YNKê derbarê aloziyên li Zînî Wertê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew rê nadin rewş aloztir bibe.
Polîtbûroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di derbarê aloziyên vê dawiyê yên derbarê Zînî Wertê, civiya.
Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin û di daxuyaniya YNKê de hatiye gotin, “di vê rewşa dijwar ya hewlên rûbirûbûna koronayê de, baskekekî nava Partiya Demokrata Kurdistanê, bi mebestên cuda û pilankirî êrîşên nerewa dikin ser YNK û serkirdatiya wê ya nû.”
YNK amaje bi rêgirî li çend hevalên wan û kesûkarên şehîdan û aloziyên di navbera du dezgehên emnî yên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê dike û piştre dibêje, “PDKê hêzeke aniye navçeyeke aram ya weke Zînê Wertê bi hêceta kontrolkirina vîrusa Korona.”
YNK dibêje, “Beşa budceya Rêxistinên cîhanî û navxweyî yên li ser hesabê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parêzgeha Silêmanî, Helebce û Îdareya Raperîn nehatiye dayîn.”
Herwiha YNKê ragihand ku daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê dike, weke fermandeyê giştî yê hêzên Pêşmerge, herweha daxwaza xelkê derdora Zînê Wertê, bilez fermana vekişîna hemû hêzan bide û asayişa wê navçeyê radestî asayişa navxwe bê kirin.
YNKê daxwazê ji PKKê jî dike ku hêzên xwe ji wan navçeyan dûr bixe, ji bo parastina aramiya navçeyê û çênekirina hincetan.
Di daxuyaniyê de hatiye, “serkirdatiya nû ya YNKê li gel tu aloziyeke serbazî û medyayî de nîne, ji bo parastina berjewendiyên xelkê, ew ê beşek bin ji çareserî û tu awayekê rê nadin rewş ber bi alozkirinê biçe.”