Dewleta Tirkiyê hejmara leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê zêde dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314962-dewleta_tirkiyê_hejmara_leşkerên_xwe_yên_li_herêma_kurdistanê_zêde_dike
Dewleta Tirkiyê ku çendîn dever li Herêma Kurdistana Iraqê dagîr kirine, hemdemê çûyîna hêzên pêşmerge ji bo Zînî Wertê, hejmara leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê zêde dike. Hate gotin hejmara leşkerên li hemû baregeh û qereqolên li Herêma Kurdistanê tê zêde kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2020 04:31 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê hejmara leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê zêde dike

Dewleta Tirkiyê ku çendîn dever li Herêma Kurdistana Iraqê dagîr kirine, hemdemê çûyîna hêzên pêşmerge ji bo Zînî Wertê, hejmara leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê zêde dike. Hate gotin hejmara leşkerên li hemû baregeh û qereqolên li Herêma Kurdistanê tê zêde kirin.

Dewleta Tirkiyê ku bi dehan baregehên xwe li Herêma Kurdistanê heye û her sal hewl dide zêdetir axa vê herêmê dagir bike, dest bi sewqiyetên nû kir.

Çavkaniyeke agahdar û bawepêkirî ya ji herêmê ragihandiye, artêşa Tirkiyê ji bo Herêmaa Kurdistanê dest bi sewqiyateke nû û şandina hêz û cebilxanan kiriye. Çavkaniyê diyar kir hejmara leşkerên li hemû baregeh, kozik û binkeyên leşkerî yên li hemû herêma zêde dike.

Dewleta Tirkiyê duh du êrîşên hewayî li dijî Zînî Wertê, êrîşek jî li dijî wargeha Penaberan a Mexmûrê pêkanîbû. Di encama êrîşa li dijî Mexmûrê de 3 jinên çûbûn ber pêz jiyana xwe ji dest dan.

Hevdemê sewqiyeta dewleta Tirkiyê a ji bo Herêmê, hêzên pêşmerge hewl didin li Zînî Wertê ku li ser tevahiya Qendîlê serwere bicih bibe. Çavdêrên siyasî jî vê hewldanê weke planeke dewleta Tirkiyê a ji bo dagirkirina Herêmê dinirxînin.