Saman Berzencî: Me daxwaz kiriye, bi asankarî qedexeya çûnûhatinê bê dirêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314951-saman_berzencî_me_daxwaz_kiriye_bi_asankarî_qedexeya_çûnûhatinê_bê_dirêjkirin
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, wan daxwaz kiriye, hin asankarî di biryara qedexeya çûnûhatinê de bê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2020 11:18 Asia/Tehran
  • Saman Berzencî: Me daxwaz kiriye, bi asankarî qedexeya çûnûhatinê bê dirêjkirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, wan daxwaz kiriye, hin asankarî di biryara qedexeya çûnûhatinê de bê kirin.

 

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, niha demeke zêrîn e ji bo ku em encamên serkeftina bi ser Korona de hatine biparêzin û belavbûna wê kontrol bikin, ji ber ku pêwîst e heyama dewra jiyana vîrusê derbas bikin.

Wezîrê Tenduristiyê tekezî li wê yekê kir, ew nikarin bibêjin metirsiyên vîrusa Koronaya Nû (COVID-19) nemaye, heta ku yek haletek mabe, ji ber ku ew virus ji yek haletê destpê dike.

Wî her wiha got: Ragihandina serkeftina li ser vîrusê, pêwîstiya wê bi demeke zêdetir heye. Pêwîst e qedexeya çûnûhatinê bi hin asankariyan bê dirêjkirin, ew yek jî ji aliyê Odeya Operasyonê ve tê birêkxistin.

Ev yek di demekê de ye, 3 roj in ti haletên pêketina bi vîrusa Korona li bajarê Hewlêrê nehatine tomarkirin.

Îro 16ê Nîsanê biryara qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê bidawî dibe û tê pêşbînîkirin ku Wezareta Navxwe îro biryarên nû di wê derbarê de bide.