Herêma Kurdistanê derkirîna ardûyê destpê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314869-herêma_kurdistanê_derkirîna_ardûyê_destpê_dike
Wezîrê aboriyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku îzna derkirîna ardûyê ji derbasgehên sînorî bi şerta valakirin û barlêdana wê li sînor ji Herêmê ra hatiye dayîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2020 13:14 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê derkirîna ardûyê destpê dike

Wezîrê aboriyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku îzna derkirîna ardûyê ji derbasgehên sînorî bi şerta valakirin û barlêdana wê li sînor ji Herêmê ra hatiye dayîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Awat Şêx Cenab wezîrê aboriyê yê Herêma Kurdistanê bi fermanekê îzna derkirîna ardûyê jibo Herêma Kurdistanê ji riya derbasgehên sînorî da.

Li gor vê fermanê, derkirîna ardûyê ji derbasgehên sînorî û bi tankêrên neftkêş cih tê bi şerta ku bo parastina qanûnan û girtina pêşiya belavbûna Koronayê, ardûyê kirrî li ser sînor û li cihên kivşbûyî bên valakirin û bi neftkêşên navxweyî yên herêmê bên barkirin. 

 Her wiha hatiye teqezkirin ku karê valakirin û barkirina ardûyê divê bi îzn û çavdêriya rayedarên sînorvanî û Gumrukê û parastina hemî rêzikên tendrsutiyê cih bê.