Iraq dixwaze Herêma Kurdistanê pêbendê rêkevtina digel OPEC’ê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314827-iraq_dixwaze_herêma_kurdistanê_pêbendê_rêkevtina_digel_opec’ê_bike
Rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê ragihand ku ew hewil didin Herêma Kurdistanê pêbendê rêkevtina Bexdayê digel OPEC’ê ya kêmkirina derxistin û firotina niftê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2020 12:21 Asia/Tehran
  • Iraq dixwaze Herêma Kurdistanê pêbendê rêkevtina digel OPEC’ê bike

Rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê ragihand ku ew hewil didin Herêma Kurdistanê pêbendê rêkevtina Bexdayê digel OPEC’ê ya kêmkirina derxistin û firotina niftê bike.

Mezherî Salih, Rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê ji Rojnama Sebahê re gotîye ku girîng e Wezareta Niftê ya Iraqê Herêma Kurdistanê neçar bike ku pêbendê biryara vê dawîyê ya welatên endamê OPEC’ê ya kêmkirina derxistin û firotina be.

Rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Ev mijara girêdayîyê nava Iraqê ye û têkilîya wê bi OPEC’ê re tineye lê, pabendnebûna bi biryara OPEC’ê gefeke mezin jibo Iraqê saz dike.

Herçend ku heta nika berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê cihanîna rêkevtinama di navbera xwe ya têkildarî niftê da gotûbêj nekirine lê, çav li rê nine ku Herêma Kurdistanê ser kêmkirina firotina niftê razî bibe.