Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê: 5 kesên din bi Koronayê ketine
WezaretaTenduristiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê aşkere kir li bajarê Silêmaniyê 5 kesên din tûşî Koronayê bûne.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, pêketina kesên nû bi vîrusa Korona li Hewlêr û Silêmaniyê hatin desnîşankirin.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê diyar kiriye, ew kesên pê ketine 3 jin û zilamek li parêzgeha Silêmaniyê hatin tomarkirin ku rûniştiyên nava bajarê Silêmaniyê, Çemçemal û Bazyan in.
Herwiha Wezareta Tendirustiyê amaje bi wê yeke jî kir kesek li Hewlêrê tûşî Koronayê bûye.
Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiyê li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 330 kes in, ji nava wan jî 4 kesan jiyana xwe ji dest daa û 134 kes jî baş bûne.