Alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaza lezgînkirina pêkanîna kabîna nû ya Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314798-alîkarê_serokwezîrê_herêma_kurdistanê_daxwaza_lezgînkirina_pêkanîna_kabîna_nû_ya_iraqê_kir
Alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hevdîtina bi alîkarê wezîrê karên derve yê Emerîkayê re, daxwaza lezgînkirina pêkanîna dewleta nû ya Iraqê bo çareserkirina pirsgirêkên welêt kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2020 11:19 Asia/Tehran
  • Alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaza lezgînkirina pêkanîna kabîna nû ya Iraqê kir

Alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hevdîtina bi alîkarê wezîrê karên derve yê Emerîkayê re, daxwaza lezgînkirina pêkanîna dewleta nû ya Iraqê bo çareserkirina pirsgirêkên welêt kir.

 Li gorî rapora KurdPress`ê ji zarê malpera nûçan a Xelkê, Qubad Talebanî li gotûbêja telefonî bi Dêyvîd Koplî alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê li karûbarên Rojhilata Nêzîk  re ser pêwîstiya lezgînkirina pêkanîna dewleta nû ya Iraqê teqez kir.

Li vê gotûbêja telefonî wî ji bijartina Mustefa Kazimî wek berbijarê serokwezîriya Iraqê pêşewzaî kir û  got ku Kazimî hêz û şiyana pêwsît bo damezrandina kabîna nû heye û hêvî kir ku ew bi zûtirkê bikarbe kabîna dewletê pêk bîne û li hember qeyanên siyasî, ewlehî û aborî yên Iraqê bisekine.

Alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê hişyarî da ku parzêgehên navendî yên Iraq û Herêmê ji dûhat û talûkeyên belavbûna vîrsûa koronayê ewleh nînin û aboriya welatên ku girêdayî bi derhatên neftê ne ji wan Iraq û Herêmê gelek xisar dîtin û loma pêwîst e dewleta nû ya Iraqê bi zûtirkê pêk were û bi hevkariya Herêmê peywendiyên dualî navbera xwe bi serûber bikin û bi hev re li ber dûhatên aborî û tendrsutiyê yên koronayê bisekinin. 

 Koplî jî li vê gotûbêja telefonî hêvî kir bi zûtirkê sefera Herêma kurdistanê bike.