Li Herêma Kurdistanê 9 kesên bin bi Koronayê ketin
Nîsan 10, 2020 04:25 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand u 9 kesên din li Hewlêrê bi Koronayê ketin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de herwiha ragihand ku li Hewlêrê 168 kes bi vîrusa Koronayê ketine û ji wê hejmarê 29 kes jî baş bûne û ti haletên mirina bi Koronayê li Hewlêrê nehatine tomarkirin.
Li Herêma Kurdistanê, bi giştî 324 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wê hejmarê 134 kes baş bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.