Nîşangeha navneteweyî ya Hewlêrê kirin nexweşxana taybetî dermankirina Koronayê
Rayedarên bajarê Hewlêrê, cihê nîşangehên navdewletî ya vî bajarî kirin nexweşxana dermankirina tûşbûyiyên Koronayê.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Malpera nûçan a Xendanê raghand piştî zêdebûna hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê, rayedarên vî bajarî cihê nîşangeha navneteweyî ya Hewlêrê kirin nexweşxana dermankirina tûşbûyiyên muhtemel ên vîrûsa Koronayê.
Nexweşxana hanê xwediyê 250 textan e û li yek ji holên nîşangehê hatiye amadekirin û tê de kadroya dermankirinê û kelûmelên pêdivî hene û ger hejmara tûşbûyiyan zêde bibe, holên din jî dê weke vê beşê bikin nexweşxane.
Li gorî gotina rayedarên Tendrustiya Hewlêrê, ev nexweşxane taybetî van nexweşan e ku rewşa tendrsutiya wan baş e û nîşanên nexweşiya Koronayê di wan de lawaz e, lê hin kes bi nîşanên zêde û halê nebaş tên guhestin bo nexweşxana Rizgariyê.
Nexweşxana Rizgariyê nexweşxana herî mezin a Hewlêrê ye û ji destpêka belavbûna Koronayê li Hewlêrê bûye navenda taybetî dermankirina nexweşên Koronayê.
Li 24 saetên buhurî hejmara tûşbûyiyên vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê zêde bûye û îro sêşemiyê bi tomarkirina 5 haletên nû li Hewlêrê û 3 halet li Dihokê gihêşt 288 kesî.