Hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 161 kesan
Wezareta Tendirustiya Herêma KurdistanA Iraqê ragihand ku 11 kesên din bi vîrusê koronayê ya cureya nû (Covid-19) ketin û bi wan tûşbûyan hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 161 kesan.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê duh êvarê amareke nû ya tûşbûyên Koronayê belav kir û diyar kir ku 11 bi vîrusa COVID-19 ketine.
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî di civîneke rojnamevanî de ragihand ku testa koronayê ya 11 kesan pozîtîv bûye û ji wan 6 li Helebcê ne û ew hemû kesûkar û berkevtiyên tûşbûyên pêştir in û 4 kes jî li Silêmaniyê ne û ew jî kesûkar û berkevtiyên tûşbûyên pêştir in û herwiha kesekî li Derbendîxanê ye.
Dr. Saman Berzencî da zanîn ku ji wan 4 zilam in û 7 jî jin in.
Bi gotina Berzencî heta niha zêdeyî 5 hezar û 474 kes hatine kerentînekirin û ji sedî 80 ji wan bo malên xwe hatine şandin û têne hezar û 226 kes di kerentînê de mane.
Herwiha bi wan tûşbûyên nû, hejmara tûşbûyan li Herêma Kurdistanê bo 161 kesan bilind bû û hejmara kesên ku baş bûne jî gihîşte 57 kesan.
Rayedarên Herêmê dibêjin: Ji destpêkê ve heta niha tenê 2 kes ji tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.