Artêşa Tirkiyê navçeyên sînorî yên Hewlêrê topbaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314369-artêşa_tirkiyê_navçeyên_sînorî_yên_hewlêrê_topbaran_kir
Topxaneyên artêşa Tirkiyê ji şeva bihorî ve heta îro serê sibê çend gund û bilindahiyên sînorê nahiyeya Sîdakanê ya ser bi qezaya Soranê ve li Herêma Kurdistana Iraqê toparan kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2020 15:15 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê navçeyên sînorî yên Hewlêrê topbaran kir

Topxaneyên artêşa Tirkiyê ji şeva bihorî ve heta îro serê sibê çend gund û bilindahiyên sînorê nahiyeya Sîdakanê ya ser bi qezaya Soranê ve li Herêma Kurdistana Iraqê toparan kirin.

Rêveberê nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, ji saet 8ê şeva bihorî ve heta saet 10:00 îro Înê topxaneyên artêşa Tirkiyê sînorê Sîdekanê topbaran kirin.

Îhsan Çelebî diyar kir, artêşa Tirkiyê “gundên Lêlkan, bilindahiyên gundê Xelîfanê û quntara çiyayê Xakurkê” toparan kirin.

Bi gotina Çelebî, hejmarek gulleyên topê yên artêşa Tirkiyê li nêzîk gundê Lêlkanê teqiyan û bi sedema wê yekê jî tirsek mezin di nav xelkê gund û deverê de belav bûye.

Çelebî amaje bi wê yekê jî kir, ku topbaran “bi hinceta hebûna PKKê” li herêmê hatiye encamdan, lê eva di rewşekê de ye ku hêzên PKKê li van navçan nînin.

Rêveberê nahiyeya Sîdekanê derbarê zirarên topbarana îro de jî got: “Di encama topbaranê de li gor agahiyên berdest, zirarên canî û maddî bo xelkê gund nîne.”

Duh jî malpera nûçan a Xelk ragihand ku balafirên artêşa tirk çendîn deverên xelknişîn li Biradostê bombebaran kirin ku di encamê de çendîn kes ji xelkê sivîl birîndar bûn, lê hîn hejmara kuştiyan diyar nîne.