Balafirên cengê yên Tirkîyê careka din devera Biradosêt dan ber bombeyan
Adar 24, 2020 13:37 Asia/Tehran
Artêşa Tirkîyê careka din hin gundên devera Biradostê ser bi Hewlêrê dan ber bomeyan ku di encamê de xisarên giran li gundîyan ketin.
Balafirên cengê yên Arftêşa Tirkîyê di dewama binpêkirina sînorê hewayî yê Herêma Kurdistanê de careka din şeva buhurî deverên xelknişîn û gundên devera Biradost dan ber bombeyan ku di encamê de xisarên giran li rez û zevîyên gundên Xelîfan û Seyranê ketin.
Tirkîye bi awayekî berdewam deverên xelknişîn ên Herêma Kurdistanê bi heceta sere dijî PKK dide ber bombeyan ku di encamê de heta nika gellek welatîyan canê xwe ji dest dane û birîndar bûne û bi sedan gund jî hatine valakirinê.