Şeş çekdarên Tirkiyê ji aliyê PKK'ê va hatin kuştin
Fermandarekî PKK'ê ragihand ku di encama çalakiya wan li dijî binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê li navçeya Kanî Masiyê ya ser bi naavçeya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê, şeş leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û çar ji wan jî birîndar bûn.
Vî fermandarê PKK'ê derbarê çalakiya li dijî binkeya leşkerî ya Tirkiyê li navçeya Kanî Masiyê daxuyaniyek da ku têde hatiye ku roja 19ê Adarê di saet 18:00 da yekîneyeke wan bi nîşana tolhildana êrîşeke Tirkiyê ser endamên wan, binkeya leşkerî ya artêşa Tirkiyê li navçeya Kanî Masiyê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Dihokê daye ber êrîşê. Yekîneya PKKê çepera wê binkeya leşkerî ya leşkerên Tirkiyê kir armanc û di çalakiyê da 6 leşkerên tirk hatin kuştin û 4 ji wan jî birîndar bûn;
Vê daxuyaniyê ragihandiye: Heta wê rojê ku êrîşên dewleta Tirkiyê li dijî xelkê sivîl ê Şingalê berdewam bin, dayîna bersiva tund û qahêm dê were domandin û dê dawî li van cûre çalakiyên tolvegirtinê neyê.