Pêgirîya Serkonsolê Îranê yê Hewlêrê ser pêşxistina peywendîyên Têhran- Hewlêrê
Sibat 25, 2026 17:33 Asia/Tehran
Serkonsolê Îranê yê Hewlêrê got: Me di hemî waran da peywendîyên baş bi Herêma Kurdistanê ra heye.
Feramerz Esedî amajeyî peywendîyên curbicur ên Îran u Herêma Kurdistana Iraqê kir u ragihand ku planên nû di çaçrova pêşxistina peywendîyên Têhran u Hewlêrê da bi cih tên û rayedarên her du alîyan yê piştî meha bimbarek a Remezanê ser dosîya peywendîyên dualî kar bikin û wan li pêş dixin.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî bal kişand ser bazirganîya baş a di navbera Hewlêr u Têhranê da û raghiand ku peywendîyên Îran uHerêma Kurdistanê zef baş in û Serokomarê Îranê di destpêka karê xwe da, seredana Iraqê û Herêma Kurdistanê kir.