Pêgirîya Bexda u Hewlêrê ser pêwîstîya dabînkirina ewlehîya sînoran
Sibat 20, 2026 18:10 Asia/Tehran
Ebd ul Emîr Şemerî Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê û Faris Îsa Berpirsê Nuneratîya Herêma Kurdistanê li Bexdayê dawîn alugurên emnî yên sînorên Iraqê hilkolandin.
Ebd ul Emîr Şemerî u Faris Îsa di vê hevdîtinê da tevî hilkolandina dawîn alugurên emnî, pêgirî ser pêwîstîya hevahengîya Bexda u Hewlêrê jibo sekinîna himber sûcên rêxistinkirî û parastina sînoran kirin.
Her du alîyan di vê civînê da, rewşa sîyasî u ewlehîya sînorên Iraqê nirxandin. Girîngatîya piştgirîya ji hêzên sînorparêz, hilkolandina rêyên têkoşîna dijî qaçaxa maddeyên hişber u merivan u pêwîstîya zêdekirina hevkarîya dezgehên emnî yên Federal û yên hevtûş ên Herêma Kurdistanê ji mijarên din ên di vê civînê da bûn.