Bicihanîna plana kontrolkirina derîyên sînor u gumrikan ji hêla hikûmeta Iraqê va
Hikûmet u parlimana Iraqê bi merema giritna rê li br binpêkirinan û zêdekirina derhatên neniftî dest bi bicihanîna planekê jibo kontroliirina derîyên sînorî û gumrikên vî welatî kirine û ragihndin ku ev plana beşeke e ji hewlên jibo sererastkirina sîstema gumrikên vî welatî.
Parlimana Iraqê di civîna xwe ya vê dawîyê da, lêjneyeke dayimî taybet bi derîyên sînorî pêk anî, bi merema jordabirina asta çavdêrîya ser sînoran, jordabirina asta derhatan, kêmkirina binpêkarîyên darayî û ticarî u bicihanîna sitandardên navdewletî li gumrikan.
Xîyas Şebe` endamê parlimana Iraqê ragihand ku armanc ji pêkanîna vê komîteyê, rêkxistina derbasgehên sînorî u dilnîyabûna derheq radestkirina tam a dehatên gumrikî bo xizîneya dewletê ye; nemaze li gorî vê yekê ku xizîneya giştî ya Iraqê di salên buhurî da ji ber nebûna çavdêrîya kêrhatî ser sînoran, hema bêje tam girêdayîyê derhatên niftê bûye. Wî herwiha got: Heke desthilata rastî bidin vê komîteyê, em dê bikaribin kontrola ser kirrîna ji derve zêde u giran bikin, pêşîya guhertina reqema diravê di fatûre u bacnameyên gumrikê da bigirin û pêşîya anîa wan kel u pelan bigirin ku zîyanê digihînin berhemanîna navxweyî.
Di vî halî da, Basim `Ewadî Berdevkê hikûmeta Iraqê pêgirî kirîye ku bicihanîna plana kontrolkirina bender û derbasgehên Iraqê sozdarîya vî welatî himber sitanndardên navdewletî u beşeke demajoya sererastkirina sîstema gumrikê jibo girtina pêşîya sipîkirina dirêv u qaçaxê, herwiha garantîkirina rikeberîya saxlem a ticaretê ye. Wî herwiha got: Bê guman ev çadêrîya alîkarîyê dide zêdekirina derhatên neniftî yên Iraqê u ji hêla din va dadperwerîya di rikeberîya ticarî da garantî dike.
Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê jî piştgirî da vê planê uragihand ku bicihanîna vê plane dibe sedema kêmbûna berbadbûna darayî, jordaçûna asta kêrhatîbûnê di komkirina derhatan da û xurtkirina pêbawerîya sermayeguzaran derheq atmosfera dadmendanetir a ticarî.
Mihemed Mazin Rêvebirê Proja Kontrolkirna Gumrikên Iraqê jî piştgirî da bicihanîna vê plane û got: Bicihanîna vê sîstemê dibe sedema jordaçûna asta derhatên neniftî yên Iraqê û bê guman ev sererastkirinên di pergala gumrikan da anegorî qanûnên Iraqê u anegorî hewcedarîyên gumrikan u sîsetên aborî yên welêt e û bi vî awayî rêya derbaskirina qaçax a li hin derbasgehên Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî jî tê girtin.