May 04, 2025 18:06 Asia/Tehran
  • Peyamên berpirsên Herêmê ji ber koça dawî ya Sirrî Sureya Onder

Rayedarên hikûmet û partiyên Herêma Kurdistana Iraqê di peyamên cuda de, hevxemiya xwe bi boneya koça dawî ya Sirri Suraya Onder, endamê şanda Îmraliyê û cîgirê seroka Parlimana Tirkiyê nîşan dan û pesna rola wî di pêvajoya aştiyê ya Tirkiyê de û hewlên wî yên ji bo nêzîkirina kurd û tirkan ji hev re dan.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  xemgîniya xwe li hember koça dawî ya Sirî Suraya Onder nîşan dan û sersaxî ji malbata wî re xwestin û ew bi dostê kevn ê Kurdan û kesayetiyekî bibandor ê di pêvajoya aştiyê ya Tirkiyê de bi nav kirin. Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Lahor Şêx Cengî, Serokê Bereya Gel jî ji ber koça dawî ya Sirî Suraya Onder sersaxî dan.

Termê Sirri Sureya Onder, îro 4`ê Gulanê bi beşdariya bi hezaran kesan li Stenbolê bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Serepeyv