Leşkerên amerîkî ji Tirkîyê derbasî Hewlêrê bûn
Nîsan 20, 2025 16:40 Asia/Tehran
Medyayeke iraqî ragihand ku bi dehan leşkerên amerîkî ji binkeyên vî welatî yên li Trikîyê derbasî binkeya Herîr a li nêzîkî Hewlêrê bûn.
Wê medyaya iraqî ragihand ku armanca veguhestina leşkerên amerîkî, xurtkirina leşkerên amerîkî li binkeya Herîr a li nêzîkî Hewlêrê ye. Hevgav hat ragihandin ku tivdîrên emnî li Herîrê hatin tundkirin û helekopter li esmanê binkeyê gerîyan.
Ev yek di halekî da ye ku tev lihevkirina Amerîka û Iraqê ji bo kêmkirina bere bere ya leşkerên amerîkî heta dawîya sala 2026ê, Waşîngton leşekrên xwe li Iraqê zêde dike.Binkeya Herîr`ê binkeya duyem a mezin a Amerîkayê li Iraqê piştî binkeya Eyn ul Esedê ye.