Îlon 29, 2024 20:25 Asia/Tehran
  • Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê ji ber terora Nesrullah serxweşî da

Serokokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, ji ber terora Seyîd Hesen Nesrulah, sersekreterê Hizbullah Libnanê sersaxî da.

Di daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê da hatiye, em bi dilnîgeraniyeka zav li pêşhatên leşkerî yên li Rojhilata Navînê û terora Seyîd Hesen Nesrullah, sersekreterê Hizbullaha Libnanê û hevrêyên wî dinêrin. Em sersaxiyê dibêjine malbatên şehîdan û xwe hevxemê wan dizanin.Herwiha Bafil Talibanî, serokê Yekîtiya niştîmanî ya Kurdistana Iraqê jî di daxuyaniyekî bi vê boneyî da got: Bi xemeke mezin, me nûçeya şehîdkirina Seyîd Hesen Nesrullah, sersekreterê Hizbullaha Libnanê bihîst. Di demekê da ku ji ber vê bûyera tal a mezin em sersaxiyê didine malbata şehîd û gelê Libnanê û misilmanan û hevrêyên vî şehîdî, em daxwaz ji Rêxistina Neteweyên Yekgirtî jî dikin ku rola xwe ya qanûnî û însanî bilîze ji bo ku van xwînrijandin û destdirêjîyên ku li ser Filistîn, Libnan û navçê da tên kirin, bide sekinandin.Bafil Talibanî herwiha ragihand: Em herwiha wan kar û cinayetên ku Îsraîl derheq welatiyên sivîl pêk tîne û terorkirina serkiredeyên wan şermezar dikin.Xwedayê mezin rehma xwe li şehîdan bike û hêviya başbûna lezgîn ji bo birîndaran dixwezin.Şêx Nehro Kesnezanî, berpirsê Terîqeta Qadirî jî ji ber şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah, sersekreterê Hizbullaha Libnanê got: Kesên ku di rêya Xwedê da hatine kuştin, wek mirî nehesibînin, ew li cem Xwedayê xwe zîndî ne. Şayanî gotinê ye ku Şêx Nehro bona tazîdariya Seyîd Hesen Nesrulah, hefteyekî şîndarî ragihand