Malnişînên Herêma Kurdistanê daxwaz kirin miaşê wan bi hevtayên wan yên Iraqî re bibe yek
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i347374-malnişînên_herêma_kurdistanê_daxwaz_kirin_miaşê_wan_bi_hevtayên_wan_yên_iraqî_re_bibe_yek
Nûnerê malnişînên Herêma Kurdistana Iraqê daxwaz kir ku miaşê wan wek miaşê hevtayên wan li Iraqê be û dayîna wan neyê paşxistin û bixwe banka peywendîdar bo dayîna miaşa xwe hilbijêrin.
(last modified 2024-03-31T09:55:17+00:00 )
Adar 31, 2024 13:18 Asia/Tehran
  • Malnişînên Herêma Kurdistanê daxwaz kirin miaşê wan bi hevtayên wan yên Iraqî re bibe yek

Nûnerê malnişînên Herêma Kurdistana Iraqê daxwaz kir ku miaşê wan wek miaşê hevtayên wan li Iraqê be û dayîna wan neyê paşxistin û bixwe banka peywendîdar bo dayîna miaşa xwe hilbijêrin.

Nûnerê malnişînên Herêma Kurdistana Iraqê di civîneke rojnamevanî de ragihand, xanenişînên Iraqê dê miaşa meha Nîsana xwe werbigirin û dê bê rijandin  bo hesabên bankî yên wan bên ra lê malnişînên Herêma Kurdistanê dê mûçeyên meha sibata xwe werbigirin  û dixwazin mişaên xwe wek malnişînên din ên iraqî werbigirin, da ku êdî dayîna miaşê wan neyê paşxistin û ew di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêkeke siyasî ji bo yeksankirina miaşa malnişînan nîne ji ber ku biryara wekhevkirina miaşan ji aliyê dadgeha federal ve hatiye dayînû divê hemû alî pêbendê wê bin.Wî her wiha amaje kir: Ger mişaên xanenişînan  were paşde xistin daxwaz ji hemû xanenişînên Herêma Kurdistana Iraqê bi taybet xanenişînên bajarê Hewlêrê dikin ku wek wan helwestê nîşan bidin û li dijî paşxistina mûçeyên xwe çalakiyên nerazîbûnê lidar bixin.