Tekeziya Hewlêrê li ser Pişka sedî 14 ji Bûceya Iraqê tûşî dijayetiya berfireh a nûnerên Meclîsê tê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i340076-tekeziya_hewlêrê_li_ser_pişka_sedî_14_ji_bûceya_iraqê_tûşî_dijayetiya_berfireh_a_nûnerên_meclîsê_tê
Nûnerê Hevpeymaniya Feth’ê li Meclîsa Iraqê got: Tekezî û îsrara hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li ser terxankirina pişka sedî 14 ji bûceya giştî ya hikûmeta federal bo Hewlêrê, dê tûşî dijayetiya tund a nûnerên Meclîsa Iraqê bê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2023 16:16 Asia/Tehran
  • Tekeziya Hewlêrê li ser Pişka sedî 14 ji Bûceya Iraqê tûşî dijayetiya berfireh a nûnerên Meclîsê tê

Nûnerê Hevpeymaniya Feth’ê li Meclîsa Iraqê got: Tekezî û îsrara hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li ser terxankirina pişka sedî 14 ji bûceya giştî ya hikûmeta federal bo Hewlêrê, dê tûşî dijayetiya tund a nûnerên Meclîsa Iraqê bê.

“Kerîm Elewî” Nûnerê Hevpeymaniya Feth’ê li Meclîsa Iraqê bi gotina vêya ku diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê ji Bûceya Giştî ya sala darayî ya 2023an a Iraqê, girêdayî bi lihevtêgihîştin û gotûbêja navbera Bexda û Hewlêrê ye, got:  Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pêwîst e gelek sozan ji wan radestkirina derhatên niftê û derbasgehên sînorî û her wekî din bo hikûmeta navendî bi cih bîne.

Wî tekez kir ku pêgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser terxankirina pişka sedî 14 ji Pêşnumaya Bûceya Giştî ya îsal a Iraqê bo Hewlêrê di dema vekolandina vê pêşnumayê da, dê tûşî dijayetiya berfireh ji aliyê nûnerên Meclîsê were.

Pêştir “Ixlas El-Delîmî” Endamê Komîsyona Darayîyê ya Meclîsa Iraqê di axaftinekê da pişka Herêma Kurdistanê ji Bûceya Giştî ya sala darayî ya 2023an a Iraqê sedî 12.67 ragihandibû.