Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Serokwezîrê vî welatî dawîn alûgur hilkolandin
Çile 22, 2023 05:53 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî derbara dawîn alûgurên Iraqê da gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şeva buhurî li Bexdayê pêşhatên dawî yên derbarê rewşa Iraqê û pêşxistina hemahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federa a Iraqê da hilkolandin.
Her wiha di vê civînê de behsa hevkarîya her du alîyan bi taybet di warên yasayên petrol û gazê, bûdceya Iraqê û hewlên parastina sînoran hat kirin.