Geştên esmanî di navbera Kerkûk- Enqerê de destpê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i338019-geştên_esmanî_di_navbera_kerkûk_enqerê_de_destpê_kirin
Di navbera her du firokexaneyên navdewletî yên Kerkûk û Enqerê de geşta esmanî ya yekê pêk hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 06, 2022 13:52 Asia/Tehran
  •  Geştên esmanî di navbera Kerkûk- Enqerê de destpê kirin

Di navbera her du firokexaneyên navdewletî yên Kerkûk û Enqerê de geşta esmanî ya yekê pêk hat.

Rêveberê Ragihandinê yê Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê, Herdî Semed îro li koma nûçegîhanan ragihand, “yekemîn geşta esmanî di navbera Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê û Firokexaneya Enqerê de pêk hat.”

Rêveberê Ragihandinya Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê diyar kir, “rêwiyên wê geşta esmanî 115 kes bûn ku welatiyên Kerkûkê bûn û geşt tenê çûna bo Tirkiyê bû.”

Roja 17ê Cotmeha îsal Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê bi fermî hat vekirin û piştî 3 rojan yekemîn geşta ji wê firokexaneyê ve ber bi Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê va bi rê ket.

Herdî Semed ragihand, di çend rojên bihê de hejmara geştên di navbera firokexaneya Kerkûkê û firokexaneyên Tirkiyê de yê li gor daxwazên welatiyan bên zêdekirin.