Mesûd Barzanî wek serokê PDK hat bijartin
Tesrîn 03, 2022 13:39 Asia/Tehran
Mesûd Barzanî wek serokê PDK hat bijartin û Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê ewil û Mesrûr Barzanî wek cîgirê dudyan hatin bijartin.
Li gor zaniyaraiyan, piştî ku Mesûd Barzanî wek serokê PDK hat bijartin, pêşniyar kir ku careke din Nêçîrvan Barzanî bibe cîgirê serokê PDK.
Pişt re Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û pêşniyar kir ku Mesrûr Barzanî bibe cîgirê serokê partiyê. Bi vî awayî Mesrûr Barzanî wek cîgirê dudyan hat bijartin.