Debax: Pêwendiyên Îran û Kurdistana Iraqê demdirêj in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i337300-debax_pêwendiyên_Îran_û_kurdistana_iraqê_demdirêj_in
Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têhranê, peywendiyên di navbera vê Herêmê û Îranê de demdirêj wesif kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2022 16:23 Asia/Tehran
  • Debax: Pêwendiyên Îran û Kurdistana Iraqê demdirêj in

Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têhranê, peywendiyên di navbera vê Herêmê û Îranê de demdirêj wesif kir.

Nazim Debax, nûnerê herêma Kurdistana Iraqê li Komara Islamî ya Îranê li hevpeyvîna digel kanala Kurdî ya Cîhanî ya Saharê, ragihand ku peywendîyên her du alîyan demdirêj in û got: ev peywendî hin caran rastî kêşe û astengiyan hatine, lê pêwîstî û hewcetiya li hevdu hertim ji vê yekê ku pirsgirêk bibin sedema têkbirin an qelskirina van têkiliyan, bi hêztir û girîngtir in.

Debax her wiha rola Hacî Qasim Silêmanî li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê bilind nirxand û got: “Hacî Qasim Silêmanî” fermandarekî rasteqîne yê meydanî bû û di dabînkirina çek û cebilxaneyan de bi cidî bi Herêma Kurdistana Iraqê re hevkarî kir.

Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Îranê tekezî li ser vê yekê kir ku eger Komara Îslamî ya Îranê nebûya, ti şikek tuneye ku DAIŞê bikariya li êrişên xwe yên ser Iraqê Bexda jî dagîr bikira.

Debax amaje bi liv û tevgerên grûpên terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê jî kir û got: Herêma Kurdistanê ti roleke wê di bicihkirina van grûpan li herêmê tuneye û nabe baregehên ti hêz û grûpeke siyasî li Herêma Kurdistanê bibe sedema nîgeraniya welatên cîran.

Piştî liv û tevgerên terorîstî yên grûpên dijî şoreşê li sînorên rojavayê Îranê, çeperên van koman li axa Herêma Kurdistana Iraqê rastî êrişa balafirên bêpîlot û topxaneyên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî hatin.