MÎTê ragihand ku berpirsekî PKK li Şingalê kuştîye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i336253-mÎtê_ragihand_ku_berpirsekî_pkk_li_Şingalê_kuştîye
Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) kuştina berpirsekî PKKê li qeza Şingalê ragihand. PKK jî ragihand ku di êrişa çekdarên wê da 4 leşkerên Tirkîyê hatin kuştinê û helekopterek jî hat jordaxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2022 12:59 Asia/Tehran
  • MÎTê ragihand ku berpirsekî PKK li Şingalê kuştîye

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) kuştina berpirsekî PKKê li qeza Şingalê ragihand. PKK jî ragihand ku di êrişa çekdarên wê da 4 leşkerên Tirkîyê hatin kuştinê û helekopterek jî hat jordaxistin.

Ajansa “Anadolu” ragihand, di operasyoneke MÎTê de rêvebirê PKKê Bedirxan Abî (Darav Gevda) li Şingalê hatiye kuştin.

MÎT'ê diyar kir ku Bedirxan Abî welatiyê Tirkîyê bû û li Şingalê di asta berpirsyariyê de çalak bû.

Navenda Ragihandinê ya PKK ragihand ku di encama 20 çalakîyên çekdarên wê da 4 leşkerên Tirkîyê hatin kuştinê, helekoptereke Skorskî hat jordaxistin û 2 kamêrayên têhn û germayê hatin jinavbirin.

Roja 27ê Tebaxê jî, li navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê, welatiyan li Parka Yuzuncu ya Çandê termê çawîşê pispor ê bi navê Turgay Kulcu dîtibûn, ku hatîye kuştinê, PKK berpirsyarîya wê êrişê jî da ustîyê xwe.