Têkildarî posta serokomartîya Iraqê hefteyek mecal bo kurdan hat dayîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i335257-têkildarî_posta_serokomartîya_iraqê_hefteyek_mecal_bo_kurdan_hat_dayîn
Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê ji parlimana vî welatî xwest ku di vê hefteyê da rojekê jibo hilbijartina serokomar dîyar bike û ji kurdan jî dixweze ku lihev bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2022 05:42 Asia/Tehran
  • Têkildarî posta serokomartîya Iraqê hefteyek mecal bo kurdan hat dayîn

Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê ji parlimana vî welatî xwest ku di vê hefteyê da rojekê jibo hilbijartina serokomar dîyar bike û ji kurdan jî dixweze ku lihev bikin.


 

 

Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand ku ji parlimanê dixwaze di vê hefteyê da rojekê jibo hilbijartina serokomar dîyar bike û alîyên kurd jî heta wê demê lihev bikin.

Di wê daxûyanîyê da herwiha hatîye ku Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê biryar daye civînên wê berdewam û vekirî bin ta ku di çend rojên bê da kesek jibo posta serokwezîrtîyê were hilbijartin.

9 meh ji hilbijartina parlimana Iraqê derbas dibin lê heta vê gavê hikûmeta nû nehatîye pêkanîn.