Firokxaneya Hewlêrê ji ber bahoza tozê geştên xwe rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i334152-firokxaneya_hewlêrê_ji_ber_bahoza_tozê_geştên_xwe_rawestandin
Pêleke tozbarînê bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye û asta dîtinê kêm bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2022 14:22 Asia/Tehran
  • Firokxaneya Hewlêrê ji ber bahoza tozê geştên xwe rawestandin

Pêleke tozbarînê bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye û asta dîtinê kêm bûye.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, ji ber hatina bahoza tozê ku bandor li asta dîtinê kiriye, geştên esmanî hatin rawestandin, geştên esmanî hatin rawestandin.

Rêveberê Giştî yê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, Ehmed Hoşyar ragihand, ji ber hatina pêla tozbarînê û kêmbûna mesafeya dîtinê, geştên Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê îro ji demjimêr 08:00 hatin rawestandin.

Rêveberê Giştî yê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê got, dema pêla tozbarînê asayî bibe, li gor lîsteya diyarkirî, geştên li firokxaneyê dê asayî bibin.

Pêla tozbarînê Iraq û Herêma Kurdistanê girtiye û Rêveberiya Keşnasiyê ya Iraqê ragihand, tê pêşbînîkirin ku bi îro êvarê re, pêla tozbarînê ber bi nemanê ve biçe.