Tevgera Gorranê ji hikûmetê venekişîya û çend postên din istandin
May 15, 2022 14:05 Asia/Tehran
Tevgera Gorranê heta hilbijartina bê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê venakişe û di van rojana da jî y çend postên din wergire.
Rojnama Hawilatî`yê îro ragihand ku ligorî şopandinên wê, Umerê Seyîd Elî rêkxerê jikar wêdaçûyî yê Tevgera Gorranê ku hela jî vî karî dike, pêgirî kirîye ku ew dê heta hilbijartina bê digel hikûmetê da bin.
Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye ku bi zûtirkê 130 kesên Tevgera Gorranê bizvirîne ser karê wan û herwiha pilleya wan efserên ku bi hegera endametîya Gorranê pilleya wan nehatîye jordabirin, dê were bilindkirin.