Operasyona Tirkiyê ziyaneke mezin gihandiye şûnwarên Duhokê
Li deverên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê ku Tirkiyê operseyonên xwe lê encam dide, 79 cihên şûnwarî yên tomarkirî hene, li gel 100 cihên din ên şûnwarî yên ne tomarkirî. Şûnwarnas dibêjin ji ber topbarankirinê metrsî li ser jinavçûna wan hene.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Dîroka beşeke şûnwarên ku li cihê qada şerê di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê de vedigere bo berî zayinê. Şerê PKKê û Artêşa Tirkiyê, ji bilî ziyanên canî û madî, gelek ziyan gihandine navçeyên şûnûwarî jî.
Şûnwarnas Kuvan Îhsan dibêje piştî êrişên Tirkiyê bi hinceta hebûna hêzên PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de metirsiya jinavçûna wan cihên şûnwarî zêdetir bûye.
Şûnwarnas Kuvan îhsan dibêje: “Di dîrokê de me serborî ligel şer heye ku roleke xirab heye û bûye sedema wêranbûna cihên şûnwarî. Em dizanin ku wêrankirina cihên şûnwarî nayên qerebûkirin. Hinek cihên şûnwarî niha li wî cihî ne ku lê şêr heye. Şer dilovaniyê ji bo mirova nake, dê çawa bo cihên şûnwarî bike.”
79 şûnwarên tomarkirî li devera Operasyonê hene, lê pêşbîniya Rêveberiya Şûnwarî ya Duhokê ew ku zêdeyî 100 şûnwaran li wê deverê hebin ku nehatîne tomarkirin, ji ber ku ew nikarin serdana wê derê bikin.
Rêveberê Şûnwarên Duhokê Dr. Bêkes Brîfkanî jî got: “Ev rewşa şerî niha ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyê de rû daye, bûye sedema wê çendê metirsiyeke yekcar mezin bikeve ser cihên şûnwarî. Hinek ji wan jî berî niha hatine bombebarankirin û hatine têkdan. Em daxwaz dikin ku ew cih bêne parastin.”
Operasyona artêşa Tirkiye, li ser rûberê 660 kîlometrên çarkunc ku deverên Nêrwe, Rêkan, Doskî Jorî, Mizûrî Jorî lixwe digirin berdewam e. Şûnwarên 12 Kelhên kevnar û 8 Dêrên kevn û hejmareke zêde piran li wê deverê hene.
Herwiha li gor lêkolîneke ku di navbera salên 2014 heta 2019an de hatiye kirin, tenê li deverên niha ku operasyona Tirkiyê ya li dijî PKK berdewam e, 79 şikeftên mezin û biçûk hene.
Datayên muzexaneya Duhokê diyar dikin ku jiyan berî 65 hezar salan li van deverên çiyayî hebû, ji ber ku gelek nêzîkî Şikefta Şaneder a ku di nav de hestiyên mirovan yên serdemên qedîm hatine dîtin, ew dibêjin gelek şikeftên qedîm hene lê ji ber şer nikarin biçin wan deveran.