Desteya pillebilind a leşkerî ya dewleta Iraqê gihîşt Şingalê
May 03, 2022 11:21 Asia/Tehran
Serokerkanê Artêşa Iraqê digel desteyeke pillebilind a leşkerî jibo hilkolandina pevçûnên vê dawîyê, gihîşt devera Şingalê.
Bidû pevçûnên di çend rojên vê dawîyê di navbera hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berevanê Şingalê (YBŞ) da, general Ebdulemîr Yarullah Serokerkanê Artêşa Iraqê îro digel desteyeke pillebilind a leşkerî gihîşt vê navçeyê.
Hat ragihand ku wê desteyê bi merema hilkolandin û şopandina pevçûnên vê dawîyê û agahdarbûna derheq rewşa emnî ya Şingalê seredana vê deverê kirîye.
Artêşa Iraqê dixwaze ku hêzên êzidî yên YBŞ ji vê herêmê û binkeyên leşkerî derkevin û YBŞ jî bi tundî dijî vê yekê derdikeve û pêgirîyê dike ku ew ji niştecihên resen ên Şingalê ne û roleke bingehîn di şerê dijî DAIŞê da lîstine.