Idia: Tirkîyê çekdarên li Sûrîyê veguhestin Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333687-idia_tirkîyê_çekdarên_li_sûrîyê_veguhestin_herêma_kurdistanê
PKK idia dike ku Tirkîyê zêde ji 5 hezar çekdarên bîyanî ji Kurdistana Sûrîyê va veguhestin herêmên di bin kontrola PDK da li Herêma Kurdistanê û wan beşdarî şerê dijî hêzên PKK dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2022 11:59 Asia/Tehran
  • Idia: Tirkîyê çekdarên li Sûrîyê veguhestin Herêma Kurdistanê

PKK idia dike ku Tirkîyê zêde ji 5 hezar çekdarên bîyanî ji Kurdistana Sûrîyê va veguhestin herêmên di bin kontrola PDK da li Herêma Kurdistanê û wan beşdarî şerê dijî hêzên PKK dike.

 

Malpera Roj Newsê idia kira kir ku Tirkîye di êrişa vê carê ser Herêma Kurdistanê da çekdarên Bereya Nusre, Tehrîr ul Şam, Ehra ul Şam û artêşa qaşo Azad a Sûrîyê bi kar tîne.

Ev çavkanîya idia dike ku Tirkîyê dil heey wan çekdarana bi kincên hêzên Pêşmerge di şerê dijî hêzên PKK da pişikdar bike jibo xirabkirina navê PKK û ragihîne ku hêzên PKK êrişî hêzên Pêşmerge dikin.

Ev malpera ser bi PKK herwiha idia dike ku nika ev gotegota heye ku 2 lîwayên nû ji tirkmen û sunneyên navça Mûsilê û derdora wê hatine pêkanînê jibo pişikdarkirina di vî şerî da.