Tirkiyê devera Barzan bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i332258-tirkiyê_devera_barzan_bombebaran_kir
Firokeyeke artêşa Tirkiyê Çiyayê Balindê yê li devera Barzanê bombebaran kir û hat ragihandin di encama bombebaranê de ti ziyaneke malî û canî çênebûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2022 17:52 Asia/Tehran
  •   Tirkiyê devera Barzan bombebaran kir

Firokeyeke artêşa Tirkiyê Çiyayê Balindê yê li devera Barzanê bombebaran kir û hat ragihandin di encama bombebaranê de ti ziyaneke malî û canî çênebûye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Qeymeqamê navçeya Mêrgesorê ragihand ku îro duşemê (28.02.2022) demjimêr 11:10 xulekî de firokeyekî artêşa Tirkiyê Çiyayê balindê yê li devera Barzanê bombebaran kir.

Qaymeqamê navçeya Mêrgesorê Xefûr Ehmed ji Rûdawê re ragihand "firokeyeke Tirkiyê Çiyayê Balinde yê li nêzî projeya ava gundê Welatêjêr bombebaran kir. Yekem car e herêm ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye hedefgirtin, di heman demê de herêm chiekî nêzî niştecihbûnê ye û  PKK tê de nîne."

Qeymeqamê mêrgesorê amaje bi wê yekê kir, ji ber ku bomberbaran li nêzikî cihê niştecihbûnê ketiye, metîrsiyê di nav xelkê deverê de çêkiriye lê di encama bombebaranê de ti ziyaneke canî û malî çênebûye.