Polîsê Silêmaniyê 3 tometbarên li Bexdayê biryara girtina wan hebû desteser kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i329614-polîsê_silêmaniyê_3_tometbarên_li_bexdayê_biryara_girtina_wan_hebû_desteser_kirin
Hêzên baregeha Serçinar yê ser bi polîsên nava Nawşar- Rojawa 3 tohmetbarên Dadgeha Îstînaf a Bexdayê biryara girtina wan dabû desteser kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2021 05:42 Asia/Tehran
  • Polîsê Silêmaniyê 3 tometbarên li Bexdayê biryara girtina wan hebû desteser kirin

Hêzên baregeha Serçinar yê ser bi polîsên nava Nawşar- Rojawa 3 tohmetbarên Dadgeha Îstînaf a Bexdayê biryara girtina wan dabû desteser kirin.

Duh yekşemê 24.10.2021ê polîsê Silêmaniyê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê di  daxuyaniyekê de  ragihandiye:"Piştî fermana girtina 3 tometbaran ji Dadgeha Bexdayê gihişt polîsê Silêmaniyê  û guman hebû ku ew her 3 tohmetbar ber bi bajarê Silêmaniyê ve helatine.  Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê hemû dezgehên li erkdar kir ji bo lêkilînê û desteserkirina wan tohmetbaran. ‘’

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de jî hatiye aşkere kirin ew töhmetbar ji aliyê baregeha polîsê Serçinarê ve hatine desteserkirin û bi mîqdara 15 milyon dînar û mîqdarek zêr jî bi wan tohmetbaran re hatine girtin.

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê jî de hatiye ragihandin ligor biryara dadwer a ligor maddeya 444 a destûrê wê tohmetbar ji bo Bexdayê werine şandin.