Artêşa Tirkiyê sînorparêzên Herêma Kurdistanê jî kirin hedefa topxanên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i327280-artêşa_tirkiyê_sînorparêzên_herêma_kurdistanê_jî_kirin_hedefa_topxanên_xwe
Topxaneyên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li devera Zaxoyê topbaran dikin. Li gorî agahiyan mûhafizên sînor ên Iraqê jî ber topbarana Tirkiyê ketine û zirer dîtine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2021 19:58 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê sînorparêzên Herêma Kurdistanê jî kirin hedefa topxanên xwe

Topxaneyên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li devera Zaxoyê topbaran dikin. Li gorî agahiyan mûhafizên sînor ên Iraqê jî ber topbarana Tirkiyê ketine û zirer dîtine.

Topxaneyên artêşa Tirkiyê ên li Herêma Kurdistanê û yên li ser sînor, îro topbaranê navçeya Derkarê ya ser bi navçeya Zaxoyê kirin.

Li gorî agahiyan topbaran zêdetir li dijî çiyayê Xantûr û Kêrê pêkhat û tê gotin, herêm bi obûsan tê topbarankirin.

Hinek malperên Iraqî û Herêma Kurdistanê jî ragihandin, kozikên mûhafizên sînor ên Iraqê jî bûne hedefa topxanên Tirkiyê. Her wiha hate gotin, zirereke giyanî çênebûye, lê parçe li wesayîtên mûhafizên sînor ketiye.

Ji ber rewşa awarte ya li herêmê ev agahî hîn ji aliyê çavkaniyên  serbixwe ve nehatiye pişrastkirin