Wezîrê karên derve yê Îranê ji Bexdayê çû Hewlêrê
Tîrmeh 19, 2020 21:01 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê di dewama sefera xwe ya yekrojî bo Iraqê, ji Bexdayê çû Hewlêrê.
Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê berêvara Yekşemiyê li ser vexwendina Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi armanca gotûbêja bi rayedarên vê herêmê û berfirehkirina pêwwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê çû Hewlêrê.