Wezareta Pêşmerge: Erka me nîne li hember bombebaranên Tirkiyê tiştekê bikin
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê Cebar Yawer diyar ku ewê ser êrişa balafirên Tirkiyê li Kunemasî lêkolîn nekin û got ku erka saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê ye ku wê bombebaranê lêkolîn bike. Cebar Yawer got;”Erka me nîne li ser van bombebarana tiştekê bikin.”
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar Yawer têkildarî êriş û bombebaranên dewletaTirkiyê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê û bombebarankirina Seyrangeha Kunemasî ya Şarbajêr diyar ku ewê li ser êrişa li Kunemasî lêkolîn nekin û eva erka saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê ye ku lêkolînê li ser bike. Eger ew êriş li ser sînor be wê hêzên parastina sînor bi hikûmeta Iraqê re kar li ser bike.
Cebar Yawer herwiha got;”Erka wezaretên parastinê û derve yên hikûmeta Iraqê li ser van êrişan lêkolînê bikin û bersivê bidin. Ev mijar binpêkirin e û erka Wezareta Parastinê û Wezareta Derve ya Iraqê ye kar li ser bike.”
Cebar Yawer bersiva pirsa ‘çima li ser van êrişan ti daxuyaniyekê nadin’ wiha da;”Di vê derbarê de daxuyaniya fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Erka me nîne nêrîna me li ser vê mijarê hebe. Belku ew daxuyaniyên ku hikûmeta herêmê dide nêrîna hemû wezaretan e.”
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan herî dawî got;”Ev êrişên bi balafirên şer pêk tên, ne me sîstema radarê heye ku agadarî nasnama balafiran bin û bizanin balafir ên kêne û ji kûderê tên, ne jî li Herêma Kurdistanê sîstema dijî asmanî heye ku bikarin bersiva van bombebaranan bidin.”