Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê li Hewlêrê çû dîtina Mesûd Barzanî
Hezîran 26, 2020 05:21 Asia/Tehran
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê çû Hewlêrê û tev Mesûd Barzanî, Rêberê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê ra hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera fermî ya Mesûd Barzanî, Rêberê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê qala hevdîtina wî û Cume Inad, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê di roja Pêncşemiyê, 25ê Hezîrana 2020î da kir.
Li gorî vê nûçeyê, Di hevdîtina navbera Barzanî û Inad da derbarê rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê û gefa têrorîstên DAIŞê li parêzgehên Iraqê goitûbêj hatiye kirin.