Serokwezîr Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Iraqê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i317141-serokwezîr_herêma_kurdistanê_pêşwazî_li_wezîrê_berevaniya_iraqê_kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li wezîrê berevaniya Iraqê Cuma Ennad Seidûn kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 25, 2020 14:47 Asia/Tehran
  • Serokwezîr Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li wezîrê berevaniya Iraqê Cuma Ennad Seidûn kir.

Serokwezîr Herêmê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li wezîrê berevaniya Iraqê, Cuma Ennad Seidûn kir û bi hev re civînek pêk anîn.

Di civînê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ya Iraqê û hevkarî û hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê hat kirin.

Wezîrê berevaniya Iraqê ronahî xist ser zêdebûna gefên DAIŞê û ragihand ku DAIŞ dijminê hemiyan e û ti ferqê naxe navbera gelên Iraqê ji ber wê jî divê hemahengiyek baş di navbera artêaş Iraqê û hêzên Pêşmerge de hebe.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî pêgîrî li ser girîngiya aktîfkirina mekanîzma hemahengiya navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge kir li deverên kêşe li ser yên derveyî Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî her wiha amadetiya Herêma Kurdistanê jî nîşan da bo çareserkirina arîşeyên bi Bexdayê re.