YNK’ê gefa derketina ji hikumet û parlemana Herêma Kurdistanê xwar
Hezîran 23, 2020 16:11 Asia/Tehran
Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî diyarkir ku ger Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re li hev neke û şefafyetek dahatê diyar neke, ewê neçin parlemanê û karên hikumetê jî rawestînin.
Hevserokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî derbarê, kêmkirina mûçeyê karmendan, lihevkirina Herêma Kurdistan a bi Bexdayê û helwesta YNK’ê ya di vê mijarê de peyamek belavkir.
Lahor Şêx Cengî di peyama xwe de got; “Wê Meclîsa rêveber kom bibe. Eger Hikumeta Herêma Kurdistan bi Bexdayê re lihev neke, di aliyê xerckirin û dahatê de şefafyetek nebe, YNK nakeve bin barê birîna mûçe de. Herwiha rawestandina tevlîbûna parleman, hikumet û hilbijartinên pêşwext jî ye ji bijardeyên me ye.”