Xwepêşanderên Silêmaniyê xwestin bila hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji kar berde
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i317085-xwepêşanderên_silêmaniyê_xwestin_bila_hikûmeta_herêma_kurdistanê_dest_ji_kar_berde
Li Silêmaniyê xwepêşanderan bi dirûşmeya’Hun şikestîne, dest ji kar berdin’ dest bi xwepêşandanê kirin. Herwiha bang li hemû mûçexweran kirin ku ji bo mafê xwe dakevin qadan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2020 16:00 Asia/Tehran
  • Xwepêşanderên Silêmaniyê xwestin bila hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji kar berde

Li Silêmaniyê xwepêşanderan bi dirûşmeya’Hun şikestîne, dest ji kar berdin’ dest bi xwepêşandanê kirin. Herwiha bang li hemû mûçexweran kirin ku ji bo mafê xwe dakevin qadan.

Li Silêmaniyê îro gelek karmend, karmendên trafîkê û mûçexwer li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê bi dirûşmeya ’Hûn şikestîne, dest ji kar berdin’ dest bi xwepêşandanê kirin.

Di xwepêşandana ku ji aliyê karmendên trafîkê ve hatibû organîzekirin de, karmendên tenduristiyê, karmendên şaredariyê, mamostayên nerazî û dehan kesên din daxwaza mûçeyên xwe kirin.

Di xwepêşandanên de ji derveyî dirûşmeya ’Hun şikestîne, dest ji kar berdin’ dirûşmeyên weke, ‘Hun dijî reformê ne, hunê kengê ji diziyê têr bixwen’, ‘Belê ji 30 roj carek mûçe re, we li kîjan goristanê veşartiye’ û ‘Ev hikûmeta bela ye, mûçeyên 6 mehan li ser e’ berz kirin.

Ev çend roj in li Silêmaniyê û hinek navçeyên din ên Herêma Kurdistanê li dijî nedana mûçe xwepêşandan tên kirin. Hikûmet jî ti bersivê nade wan. Herî dawî hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara da ku ji sedê 21 mûçeyên karmendan kêm bike. Vê biryarê hêrsa karmendan zêdetir kir.