Şandek din a Herêma Kurdistanê çû Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i317084-Şandek_din_a_herêma_kurdistanê_çû_bexdayê
Ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û neftê, şandek din ya Herêma Kurdistanê çû Bexdayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2020 15:38 Asia/Tehran
  • Şandek din a Herêma Kurdistanê çû Bexdayê

Ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û neftê, şandek din ya Herêma Kurdistanê çû Bexdayê.

Şandek din ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya, cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî çû Bexdayê.

Li gorî agahiyan armanca şandeyê, lihevkirina bi Bexdayê re, çareserkirina pirsgirêka bûdçe, neft û dahata deriyên sînor e.

Hêjayî gotinê ye di 20’ê Hezîranê de serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî bi heman armancê serdana Bexdayê kiribû.