Nêçîrvan Barzanî li gel Hadî Amirî civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i317029-nêçîrvan_barzanî_li_gel_hadî_amirî_civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokê Hevpeymana Fatih Hadî Amirî civiya. Li gorî daxuyaniya Fatih di hevdîtinê de qala derketina hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê, êrişên dewleta Tirkiyê û yekxistina helwesta aliyan kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2020 19:30 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî li gel Hadî Amirî civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokê Hevpeymana Fatih Hadî Amirî civiya. Li gorî daxuyaniya Fatih di hevdîtinê de qala derketina hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê, êrişên dewleta Tirkiyê û yekxistina helwesta aliyan kirine.

Li gorî daxuyaniya Hevpeymana Fatih Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymana Fatih Hadî Amirî di hevdîtinê qala çend mijarê girîng kirine û dubare kirine ku piştgiriya biryara parlemana Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî û yekkirina helwesta hêzên siyasî ya ji bo parastina serweriya Iraqê û parastina wê dubare kirine. Nêçîrvan Barzanî di vê derbarê de piştgiriya xwe aniye ziman.

Di daxuyaniya Fetih de tê gotin ku qala binpêkirinên artêşa Tirkiyê ya li ser seweriya xaka Iraqê û sewqiyata leşkerî ya li ser Herêma Kurdistanê kirine.

Hêjayî gotinê ye ku dema ku parlemana Iraqê biryara derxistina hêzên biyanî da, parlamenterên ser bi partiya Nêçîrvan Barzanî tevlî rûniştinê nebûn. Ji derveyî vê heta niha li dijî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê ti helwest nîşan nedaye.

Nêçîrvan Barzanî du roj in ji bo guftûgokirina çend mijaran û pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li Bexda ye. Heta niha li gel çend hêz û aliyên siyasî û hikûmî civiyaye. Piştî hevdîtina li gel Hadî Amirî li gel Emar Hakîm û Nurî Malikî bi cuda hevdîtin kir. Biryar e ku li gel Serokê Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî û çend berpirsên din hevdîtinê bike.