Di xwepêşandana Şêladizê de ji xwepêşander û polîsan 6 kes birîndar bûn
Li navenda nehyeya Şêladizê ser bi qezaya Amêdî ya Duhokê dijî bombebaran û êrîşên Tirkiyê xwepêşandanek hat kirin û heta niha ji xwepêşander û polîsan 6 kes bi kevir û tengenefesiya ji ber gaza îsot û hêstrêjê birîndar bûne.
Welatiyên Şêladizê piştî êrîşên dewleta Tirkiyê ser bakura Iraqê û kuştina 5 welatiyên sivîl ên Şêladizê û Kanî Masî li dijî van desdirêjiyên dewleta Tirkiyê xwepêşandan li dar xistin û bi dirûşma lenet ji Erdogan re şandin û xwestin bila ew dest ji kuştina kurdan berde. Polîsê hikûmeta Herêmê Kurdistanê ji bo kuta kirina xwepêşandanê gaza îsot û hêstrêj û gulleyên plastîk bikar anîn û ciwanan jî ber bi wan kevir avêtin ku di encamê de 6 xwepêşander û polîs birîndar bûn.
Welatiyên tli xwepêşandana xwe ya duh tevî hemû mudaxeleyan dest ji xwepêşandanê bernedan û bi tenê wê demê xwepêşandana xwe bi dawî kirin ku polîs, çar welatiyên kiribûn bin çavan berdan.
Roja Înê 19ê Hezîrana 2020an ji ber bordûmana Tirkiyê li gundê Sîdan ser bi nehyeya Şêledizê 3 ciwanên akinciyên Şêladizê hatin kuştin û her heman rojê li sînorê nehyeya Kanî Masî ji ber bordûmana Tirkiyê 2 ciwanên wê nehiyê jî hatin kuştin.