Xwepêşandana li Şêladizê li dijî êrişên Tirkiyê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i317002-xwepêşandana_li_Şêladizê_li_dijî_êrişên_tirkiyê_didome
Xwepêşandana welatiyên Şêladizê ya li dijî êrîş û kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirkiyê didome. Welatiyên hewl didin ber bi baregehên dewleta Tirkiyê ve biçin ku rastî mudaxeleya polîsê Herêma Kurdistanê tên, rageşiya di navbera welatiyan û polîs de didome. Hat ragihandin ku ji bo girtina pêşiya xwepêşanderan hêzeke zêde şandine navça Şêladizê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2020 04:33 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana li Şêladizê li dijî êrişên Tirkiyê didome

Xwepêşandana welatiyên Şêladizê ya li dijî êrîş û kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirkiyê didome. Welatiyên hewl didin ber bi baregehên dewleta Tirkiyê ve biçin ku rastî mudaxeleya polîsê Herêma Kurdistanê tên, rageşiya di navbera welatiyan û polîs de didome. Hat ragihandin ku ji bo girtina pêşiya xwepêşanderan hêzeke zêde şandine navça Şêladizê dikin.

Tevî hemû mudaxeleyên hêzên polîs li kolan û cadeyên navçeya Şêladizê xwepêşandana welatiyan a li dijî êrîş û kujtina sivîlan bi destê dewleta Tirkiyê didome.

Xwepêşander bi israr hewl didin ber bi baregehên leşkerî yên artêşa Tirkiyê ve biçin, lê rastî mudaxeleya bi gaz û gulleyên plastîk ên hêzên Herêmî tên.

Li gor agahiyên dawî hikûmeta Herêmê ji Duhok û Amediyê hêzên leşkerî şandiye Şêladizê.

Xwepêşandan tevî hemû mudaxele û astengiyan bi dirûşmên li dijî dewleta Tirkiyê û artêşa wê didomin.