Welatiyên Qeladizê êrîşên dewleta Tirkiyê ser bakura Iraqê protesto kirin
Welatiyên navçeya Qeladizê ya ser îdareya Raperîn li dijî êrîş û kuştina xelkê sivîl ên navçê bi destê dewleta Tirkiyê xwepêşandên protestoyê li dar xistin.
Welatiyên Qeladizê yên li bazara navçê kom bûn, êrîş û kuştina xelkê sivîl ên navçê bi destê dewleta Tirkiyê protesto kirin.
Di dawiya xwepêşandanê de li ser navê Komîteya Amadekar a Xwepêşandanê daxuyanî hat xwendin.
Di daxuyaniya ji aliyê Şemal Ehmed ve hat xwendin de, êrîş û kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirkiyê hat şermezarkirin û ev bang hate kirin, “Pêwîst e xelk û aliyên Herêma Kurdistanê xaka vê herêmê biparêzin. Rê nedin destketiyên xelkê Herêma Kurdistanê û xwîna şehîdên wê vala biçe.”
Di dawiyê de jî ji bo malbatên kesên di êrîşên dewleta Tirkiyê de li Şêladizê canê xwe ji dest dane sersaxî hat xwestin.