Gelê parêzgeha Dihokê dijî êrîşên Tirkiyê xwenîşandanek li dar xistin
Hezîran 20, 2020 12:20 Asia/Tehran
Şêniyên navçeya Şeladizê ya parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê wek berteka li hemberî êrîşên leşkerî yên Tirkiyê ser Herêmê û kuştina 5 welatiyên sivîl ên vê navçeyê xwenîşandanek li dar xistin; Lê ev xwenîşandan tûşî astengiya hêzên ewlehiyê bû.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera Miletê di vî warî da ragihand ku xwenîşanderan tevî ragihandina itiraza xwe li hemberî êrîş û pêşdaçûna çekdarên Tirkiyê li axa Herêmê, piştî vegerandina meytên kuştiyên Şeladizê, hewil dane ku êrîşî sser baregeha leşkerî ya Tirkiyê li navçeyê bikin.
Malpera Miletê amaje pê kir ku hêzên Ewlehiyê ser bi Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê bûne û derdem bo navçeyê hatine şandin û rê li ber dewama xwenîşandana gelê Şeladizê girtine.