224 kes li Herêma Kurdistanê tûşî Vîrusa Korona bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316962-224_kes_li_herêma_kurdistanê_tûşî_vîrusa_korona_bûn
224 kesên din li Herêma Kurdistana Iraqê tûşî Vîrusa Korona bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2020 18:16 Asia/Tehran
  • 224 kes li Herêma Kurdistanê tûşî Vîrusa Korona bûn

224 kesên din li Herêma Kurdistana Iraqê tûşî Vîrusa Korona bûn.

Wezareta tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di 24 saetên borî de 224 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Vîrusa Korona bûn e, ku bi vî awayî ne: 134 kes li Silêmaniyê, 25 li Germiyan, 47 li Hewlêrê, 14 li Helebce û 4 kes li Duhokê.

Herweha 7 kesên din bi Vîrusa canê xwe jidest dan e ku 6 kes li Silêmaniyê û kesek li Germiyan e.

Wezareta Tendriustiyê herwiha ragihand ku di 24 saetên borî de 94 tûşbûyên Korona baş bûne, ku 67 li Hewlêrê, 23 li Germiyan û 4 kes li Duhokê.

Wezareta Tendirustiyê ragihand, bi vê amarê, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê tûşî Korona bûne gehîşte 3 hezar û 45 kesan, ji wê hejmarê 82 kesan canê xwe jidest dan e û 1 hezar û 217 kes jî baş bûne.