Di encama bombebarana balafirên Tirkiyê ser Şêladizê de 5 sivîl hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316959-di_encama_bombebarana_balafirên_tirkiyê_ser_Şêladizê_de_5_sivîl_hatin_kuştin
Di encama bombebarana balafirên cengî yên Tirkiyê de li sînorê herdu nahiyeyên Şêladizê û Kanî Masê 5 hemwelatinên sivîl hatin kuştin. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îdia kiriye ku di bombebarana firokeyên wan de 3 kesan canê xwe ji dest dane û ew 3 kes endamên PKKê bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2020 17:03 Asia/Tehran
  • Di encama bombebarana balafirên Tirkiyê ser Şêladizê de 5 sivîl hatin kuştin

Di encama bombebarana balafirên cengî yên Tirkiyê de li sînorê herdu nahiyeyên Şêladizê û Kanî Masê 5 hemwelatinên sivîl hatin kuştin. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îdia kiriye ku di bombebarana firokeyên wan de 3 kesan canê xwe ji dest dane û ew 3 kes endamên PKKê bûne.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, firokeyên cengî yên Tirkiyê îro gundê Sîdan li sînorê nahiyeya Şêladizê bombebaran kirin ku di encamê de 5 sivîl hatin kuştin û tirs û dilgiraniyek zav ketiye dilê xelkê navçê.

 Rûdawê ragihand ku di bombebaranên Tirkiyê de, 4 kes ji wan hemwelatiyên sivîl li sînorê Şêladizê û kesekê jî li sînorê Kanî Masê canê xwe ji dest daye.

Nasnemaya yek ji wan qurbaniyan ku di encama bombebaranê de laşê wî şewitiye, hîn nehatiye aşkerekirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dîmenên vîdyoyî yên êrîşê belav kiribûn û îdîa kiribû, ew kesên ku di êrîşa balafirên wan de hatine kuştin, endamên PKKê ne.

Tirkiyê şeva 14ê Hezîranê operasyoneke esmanî bi navê Çengê Baz bi heceta ji navbirina pêgehên PKKê ser Herêma  Kurdistanê û bakurê Iraqê pêk anî. Wezareta Berevaniya Tirkiyê piştî wê operasyonê îdia kir ku 81 pêgeh bûne armanca êrîşên balafirên wan.

Herwiha Tirkiyê di 16ê Hezîranê de jî operayonek bi navê Çengê Piling bo ser devera heftenînê li sînorê Batîfa ya Duhokê lidarxist.

Derbarê wê operasyonê de Tirkiyê û PKKê daxuyaniyên cuda belav kirin, Tirkiyê îdia kir, ku hêzên wan di wê operasyonê de zêdetir ji 500 armanc û pêgehên PKKê kirine armanca êrîşên xwe, lê PKKê  diyar kir, ku wan operasyona Tirkiyê ya li heftenînê her di destpêkê de têk bir û zirarek mezin gihand hêzên tirk.

Rayedarên Tirk dibêjin operasiyona wan a li dijî PKKê li bakura Iraqê berdewam dike.