Welatiyekî Herêma Kurdistanê di encama bombebarana Tirkiyê da hat kuştin
Hezîran 18, 2020 14:44 Asia/Tehran
Di êrîşa asimanî ya duh a firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê ser cihên xelk lê dimîne yên parêzgeha Hewlêrê, welatiyekî navçeya Sîdekanê canê xwe ji dest da.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Di dewama êrîşên Tirkiyê ser navçeyên xelkê sivîl lê dimîêne yên Herêma Kurdistanê û Mexmûr û Şengalê, bajaroka Xenîre ya Sîdekanê ser bi parêzgeha Hewlêrê jî kete ber êrîşê û hat ragihandin ku welatiyekî 30 salî yê vê navçeyê ku karê wî şivantî bûye, canê xwe ji dest daye.